Hiner Saleem: Sînema ji bo kurdan hîn şerm e

KurdishCinema.com / 16 İlon 2006

Ez xelkê welatekî me ku sînema tê de qet tune an jî pir kêm e. Mîletê min naçe
sînemayê. Ji sînema xwe hez nake û nas jî nake. Sînema ji bo kurdan hîn jî şerm
e.

Hevpeyivîn: Keya Îzol *

- Kek Hiner rojbaş. Xwendevanên Netkurdê cenabê
te baş dinasin. Lê dîsa jî dikarî piçekî behsa xwe
bikî. Hiner Saleem kî ye û niha çi dike?

- Hiner Saleem kî ye? Tiştê esasî û girîng ez însan
im û kurd im. Lê hemû tiştên din ez sergerdan im û
digerim. Digerim carnan bêyî ku ez bizanibim çi
digerim.

Vê havînê min fîlmekî nû bi navê DOL temam kir ku di meha çile (january) de ê
bikeve vîzyonê.  

- Tu hunermendekî piralî yî. Berê bi karê resamî mijûl dibûyî. Paşê ketî nav dinya
sînemaya kurdî. Sînema çawa bala te kişand?

    - Di dawîya sala 1960ê de ez zarok bûm. Em li çîyan li
    gundê BILÊ yê nêzîkî devera Barzan bûn. Elekrîk tunebû û
    ambargoyê li ser herêmên rizgarkirî berdewam dikir.
    Carnan bavê min guhdarîya radyoya xwe ya kevn a malê
    rûsî dikir ku bi deh panzdeh baterîyan girêdabûn. Baterî li
    derve bûn, radyo li hundirê malê. Bavê min pir hez ji
nûçeyên derheq kurdan dikir. Carnan şeş mehan yek peyv an xeber derheq
Kurdistanê nedibihîst. Lê ji dîya min re digot ku hevalakî wî bihîstîye ku behsa
kurdan bûye. Em hemû malbat bi vê nûçeyê gellek kêfxweş dibûn. Ji bo me tenê
peyvek derheq kurdan derketaya wê peyvê bi rojan têrî me dikir.

Ji bilî radyoyê carnan bavê min pirtûkên klasîkî ên kurdî ku bidizî hatibûn çapkirin
dianî malê û em tev mecbûr dikirin ku em guh bidin wan helbestan. Ew ên tê bîra
min şaîrekî bi navê MACIN bû. Wekîdin berhemên Melayê Cizirî, Nalî, Şêx Rezayê
Telebanî û wekî din bûn. Bavê min ji ber ku me tu înterese ji bo wan berheman
nebû xwe gellekî aciz dikir.

Heta rojekê ku pirtûkek klasikî a kurdî ku di
nav de illustrasyon (tablo) hebûn anî bo
malê. Ev tabloyên keçên kurdên serbilind
bûn. Por dirêj, sîngên dewlemend, cilên
rengîn û li pişt wan çar çîya hebûn. Cara
yekê bû ku min tabloyek an wêneyek dîtibû.
Bi xêra wan tabloyan min bawer dikir ku
Xwedê heye. Bi xêra wan tabloyan kêfa min
bi şiîrên kurdî hat. Min bêyî ku jê fahm bikim
pir şîir ezber kirin û xewna min ji bo
tabloçêkirinê dest pêkir.

Zemanê otonomîyê di sala 1970 yan de em serbilind bûn û bi pîqabekê
vedigerîyan bo malê. Tifinga birno ya bavê min li ser milê wî bû. Xalê min ku li
şantîyeka petrolê li Kerkûkê karker bû ji kar hatibû avêtin. Di mala wî de
televîzyonek hebû. Li wir min cara yekem TV dît ku wêne dimeşin û dilivin. Ew roj
ew bûyer bû destpêka xewna min a çêkirina wêneyên ku dilivin. Ez hefteyekê li
ber televîzyonê rûniştim. Gava şoka min derbas bû min fahm kir ku ew wêneyên
ku dilivin wêneyên Seddam Husseyîn û Ehmed Hassan Bekir bûn û şiir û muzîka
ku dibihîzim li ser panarabîzm û pesindana rejîma Baasê bûn. Lê min fahm
nedikir çima televîzyon bi zimanê kurdî qise nedikir. Min fahm nekir ew sandoqa
bisîhir çi ye?

    Lê min wê gavê sond xwar ku ez ê rojekê kurdan di
    vê sandoqê re derbas bikim û ew sandoq ê bi kurdî
    jî bipeyive. Min digot ez ê yan bibim elektrîsyen an jî
    dansos. Yekem heza min ji bo sînemayê wê gavê
    çêbû. Di serê min de xeyala sînema û muzîkê dest
    pêkir. Îro bi xêra Yilmaz Guney û Behmen Kubadî ev
    sandoq bi kurdî dipeyîve.       

- Wek gellek tiştên din ên kurdan beşa sînemayê bazaraka vala ye. Ji destpêkê
heta niha çi astengên mezin bûn mişkile bo xebata te?

Ez xelkê welatekî me ku sînema tê de qet tune an jî pir kêm e. Mîletê min naçe
sînemayê. Ji sînema xwe hez nake û nas jî nake. Sînema ji bo kurdan hîn jî şerm
e bi biçûkxistinê li mêr an keça aktor ku li sînemayê dilîze, dinihêre. Kesên ku
sînemayê çêdikin hîn biçûktir tên dîtin. Di nav kurdan de gotinek heye gava heya
biçe dibêjin ”Bû sînema”. Û herî zêde mûsîbettir ku çend çeteyên dewletên
dagîrker ew jî qedexe kiriye.

Lê tiştê ecêbmayî miletê min bêtir ji bo aktrîs û aktorên milletên serdest ku
Kurdistanê dagîr kirine, hurmet heye. Fîlmekî wek Kurtlar Wadîsî ku ji alîyê hunerî
de pir xirab e û fîlmekî dij bi kurd e jî, bi hezaran kurdên feqîr û qurbiser ku bi
firotina doneran pere qezenç dikin ketin dorê û çûn temaşeyê wî fîlmî kirin.
Fîlmekî li dijî wan û li dijî nasnameya wan e.

Lê bi neynûka be jî ez û derhênerên wek Behmenê
Qubadî em ê di karê xwe de berdewam bin sînema
ji bo nifşên pêşerojê çêbikin.

Îro heşt neh kanalên kurdan hene. Yekê ji wan bi
belaşî be jî fîlmên min nexwestine. Her çarsed
parçeyên Kurdistanê yek sînema fîlmekî min belav
nekiriye. Lê fîlmên min li Newyork, li Paris, Sydney,
Toronto, Stockholm, Berlin û Cannesê tên belav
kirin. Li festîvalên binavûdeng ên wek Venedîk û
Cannesê di pêşbirkeyan de beşdarî
dike.

- Kurd mîletekî nêzikî 40 mîlyon in. Bi hezaran bûyer, serpêhatî û serencamên vî
miletî hene ku heta îro jî nebûne babeta fîlman. Te bi berhemên xwe çiqas
dikaribû valahîyeka wiha tije bikî?

- Her fîlmek nêzikî saetek nîv e û her fîlmçêker jî di jîyana xwe de heger hertiştê wî
baş bimeşe dikare 20 fîlman çêke. Ez bîst salên din jî bijîm û fîlman çêkim û 40
saetan behsa jîyan û êşa kurdan bikim têr nake. Êşa kurdan ewende mezin û
fireh e ku emrê min qîm nake vê valahîyê tije bikim.

Ne Hiner, Behmen û Yilmaz, pênsedên din jî derkevin nikarin behsa vî miletî
bikin. Ev milet e ku fîlmê xwe temaşe nake, qîymet nadê, hurmeta rejîsor û
hunermendên xwe nizane lê hurmeteka mezin dide aktorên dagîrkeran. Ew
dikarin mesrefên zêde ji bo merivên wiha bikin. Lê artîst, hunermend û rejîsorên
kurd li ba wan bêqîymet e.

    Jin û mêrek di temaşakirina fîlmekî min de ji ber ku
    du aktor hevûdû maç dikirin  xwe aciz kirin û
    derketine derveyî sinemayê.

    Dewlemendên kurdan ji bo xwarinekê dikarin bi
    hezaran dolar mesref ji bo şexsê min bikin. Lê ger
    ez bixwazim hezar dolar nadin ji bo çêkirina fîlmekî.


- Mîzah di fîlmên te de temaya sereke ye. Ji bo te sînora mîzah û realîzm çawa ji
hev cuda dibin?

- Dibêjin însanekî muhterem bi şerm û heya kêf nagire. Mîzah (Humor) şêweyekî
biedeb e. Ez dixwazim behsa trajedîya kurdan bikim lê ji ber ku ew trajedî ewqas
mezin e ez dixwazim wê bi mîzah bînim ziman ku temaşevanên bîyanî ji min
nerevin ji ber ku trajedîya kurdan her zordestî, kîmyebaran û kuştin e. Ji ber ku ew
ji min nerevin ez dixwazim bi vî awayî wan bikşînim sînemayê kurdî.

- Bi rejisorên din ên kurd re pêwendîya te çawa ye? Carnan hevkarî an
şêwirmendî di navbera we de pêk tên?

- Ez ji bo pêşeroja fîlmê kurdî pir bihêvî me. Li çar perçeyên Kurdistanê nifşekî nû
hazir dibe. Çimkî Behmen û ez tenê têrê nakin. Lê kêfa min pir bi kar û enerjîya
Behmenî têt. Ez li ser navê Zerdeştî hêvîdar im ku emrê wî sed sal be û bikaribe
sed fîlmên din ji bo me çêke. Ez sedî sed bawer im ku sed Behmen û Hiner dê ji
nav kurdan derkevin.

- Tu jî wek hevalekî wî yê nêzîk bi Mehemed Uzun re hatibûyî Dîyarbekrê. Nêzikî
şeş rojan em li gel hev li cem wî bûn. Hestên te yên wan rojan çi bûn?

- Herdem ez ji Dîyarbekirê derbas bûme hêsir bi çavên min ketine. Her şevên ku
vê dawîyê ez li wir bûm giriyê min ji bo Dîyarbekirê dihat. Hêvîya me jî, şîn û
şadîyê me jî Dîyarbekir e.

Vê carê min hêvî û dihata Dîyarbekirê di çavên nemirê Mehemed Uzunî de dîtin.
Mehemed wek Dîyarbekirê hezar salên din jî zor û zordestî dom bikin ew herdû
her dimînin.  













- Fîlmê te yê dawî Zero Kilometer beşdarî Festîvala Cannesê bû. Serketinek wiha
mezin çawa pêk hat ? Zero Kilometer çiqas dikaribû bersîva hêvîyên te bide?

- Rejîsor an aktorekî tirk biçe Festîvala Antalyayê ev yeka ji bo wî dibe
sermîyaneke heta heta.  Hurmet ji bo kesên ku xwe digîhînin Festîvala Antalyayê,
lê Antalya wek ku zarokek di mehela xwe de fûtbolê bilîze. Lê gihîştina Cannesê ji
bo rejîsorekî gellek zehmet e. Wek meriv li Real Madridê reqem 10 bilîze. Millet
hene ku sed sal in dîrokên wan hene lê tu car wek rejîsorê wî welatî neçûne
Cannesê. Dinya alem dizane Cannes li ku ye lê kurd hêj vê rastîyê nizanin.

-Wek rejisorekî kurd tu herî zêde çi wek asteng li pêşîya karê xwe dibînî? Gelê
Kurdistanê, Hukumeta Herêmê Kurdistanê (HHK) û rêxistinên din ên sivîl ên
kurdan çawa li te xwedî derketin?

- Gellek însanên baş wek hunermend û artîst îro li quncikê zîndan û
bendîxaneyên welatên dewrûberê Kurdistanê de ne. Elhamdûrellah li Rojhilata
Navîn HHK bi qasê tûwana û îmkanên xwe piştgirîya hunermendan dike. Heger
alîkarîya HHK neba belkî du fîlmên min dawîyê hêj zehmettir çêbûbana.

- Tu niha bi çi mijûl dibî? Fîlmekî te yê din taze xelas bû. Dikarî piçek behsa fîlma
DOL bikî? Li ser wî hêvîyên te çi ne?

- Fîlmê DOL (DEHOL) li her çar parçeyên Kurdistanê derbas dibe. Aktorên wê
kurdên hemû beşan in. Ji bakur Nazmi Kirik, aktirîsa pir bidihat Belçîm Bilgin,
Ciwan Haco, Rojîn, Abdullah Keskin, Omar Çavşîn, Behmen Hacî û
hunermendeka tirk Ayten Soykök û pir kesên din tê de rol girtine. Meha yekê a
2007 ew dê li Ewropayê be, lê hêvîdar im li gellek welatên din jî bikeve vîzyonê.  

- Sînemeya kurdî ji dema Yilmaz Guney heta îro di kîjan merheleyê re derbas
bûye. Tu pêşerojê çawa dibînî û projeyên te yên pêşerojê çi ne?

- Bîyanîperest xwe dêxud. Ez ne dijî bîyanîya me. Berî her tiştî ez hurmeta dê, bav
û kalên xwe digrim. Ez merivekî humanîst im. Dinyayeka bê kurd naxwazim.
Kesên ku êrîşê ziman û hebûna kurdan bike pêwîst be ez ê her tişt bikarbînim da
ku hebûna kurd û Kurdistanê pê biparêzim.Miletekî wek kurdan ku ji her di bin
zilm û zordestîyê re derbas bûye divê bikaribe bersîva êrîşkeran bide.

Heger Başûr bi hemû înad, milk û emlak, bi xwîn û rih û dil bîstûçar seatan herroj
kar ji bo millet nekiribûya îro ev destkevtin nediket destê kurdan. Loma divê em
wê wek ronîya çavên xwe biparêzin.

- Gellek sipas Kek Hiner. Ez ji bo te serketinê dixwazin. Gotina te ya dawî ji bo
xwendevanên Netkurdê çiye?

-Ez jî sipasê te dikim û serketina te dixwazim.

* netkurd.com
Weşandin: 13/9/2006