Sînemaya Kurdî û 2 Filmên Hêja -I-

Kûselên* Behmenê Qubadî Li Kopenhagen jî Firîyan*

KurdishCinema.com / Avrél 30,  2006

    Hozanê Bengî *

Yekþema roja (10.04.2005), fîlma Behmenê Qubadî, ku niha di asta navnetewî da
navdeng da ye, “Kûsel jî Dikarin Bifirin”, ji bo yek caran, wek fîlmek beþdarbûyî ya
“16. NatFîlm Festîval” di salona Dansk Film Institut – Cinemateket da li Kopenhag
hat nîþan dan.

Eva alîyê xweþî bû !

Niha hûnê bibêjin, ma dê çi alîyek nexweþ hebe di nîþandana filmek da û bi taybetî jî
filmek KURDÎ !?

Dikare hebe... gelek jî!

Lê ez dixwezim xebera nexweþ bihêlim dawîyê
û niha xeberek xweþtir bidem.

Di NatFilm Festîval da tenê hindek xelatên
taybetî têne dayîn, ku yek ji wan jî “Publikum
Prisen” e (Xelata Temaþevanan). Ev xelat ji
alîyê xelkê ve dihêt dayîn, ku fîlmê dîtine. Bi
gotinek din, bi rêya internet, post yan jî – ez
dibêjim – telefon mirov dikare dengê xwe li ser
filmek bide.

Di dawîyê da ew hemû dengên ku hatine dayîn dihêne hejmartin û ewê here zêde
deng anîbe bi xelatek 125.000 Kronên Danmarkî (15 – 17.000 Euro) tê xelat kirin. Bi
serbilindî dikarim bibêjimç ku ez bixwe jî yek ji wan bûm ku min deng da “Kûselan”.
Ev xelat nagehîje destê xwedanê filmê. Ev pere ji bo wê tê xerc kirin, da ku ev film
bikeve nav repertuara nîþandanê li sînemayek yan jî li çend sînemayan.
Bi vê jî ez dixwezim bêjim, ku bi alîkarîya vê xelatê film dikare di sînemayên mezin da
jî bête nîþandan.

Inca !

    Cihê dilxweşîyê ewe, ku “Turtels Can Fly”
    (Kûsel jî Dikarin Bifirin), îsal di NatFilm Festîval
    da xelata “Publikum Pris” wergirtîye. Ji wan
    2347 dengên ku hatine dayîn, piranî ji bo filma
    “Turtels Can Fly” bûne.

    Eva jî xweş bû !

    Ma ne we ye ?

Lê tu were seyr û ecêbê..! Di nav salona ku ev filma giran biha ji bo Kurdan dihat
nîþandan yek Kurdê din jî tunebû. Ji bo derman yek tunebû. Yek biketa ber mirinê û
bigotana bila Kurdek sêyemîn (ez û hevjîna xwe bihevra li wê bûn) destê xwe li enî
dabine dê baþ bibe, bi dest nediket.

Ji xwe ji wê xirabtir jî ew bû, ku salon virtî vala bû. Divê li vê derê ew jî bê gotin, ku
fîlma Kûselan bi taybetî û çend caran li bajarek din yê Danmark hat nîþandan. Ewê
ez li ser dibêjim tenê Kopenhag e.

Çend ciwanên Danmarkî û yek du kome malbatên Farsî-ziman di salonê hebûn û
hew...

Inca !

Ez hêvîdarim, ku Kurd xwe paþve neden û xwedanî li filmek weha payebilind biken û
dema bi wan pereyên xelatê li sînemayan bikeve nîþandanê da ew biçin û bibînin.

Bi rastî filmek bi hunerê xwe ve mezin û bi teknîk, çîrok û naveroka xwe ve jî hêja ye.
Filîmek serî heta binî profesyonel !

Min berê vê filmê, filma “Dema Hespên
Serxweþ” jî dîtibû, ku ew jî ji alîyê Behmenê
Qubadî ve hatibû durust kirin. Filîmek hêja,
profesyonel û lihevhatî bû. Ez dizanim, ku
Behmen fîlmek jî bi navê “Stranên Ji
Niþtimanê Min” berhem anîye, lê mixabin min
ew nedîtîye. Lê ez dizanim, ku ew jî ji nav hiþê
KURDAYETÎ hatîye humatê û jîyana dengbêjek
Kurd û kurê wî ji xwe ra kirîye babet û ku di
dema þerê wêrankerê Îran û Îraqê da li pey jina xwe, ku ew jî stranbêje û li Baþûrê
Kurdistanê ye digerin. Lê “Kûselên Qubadî” bi rastî jî di bilindîyên hunera mezin da
difirin û ne tesadufe, ku heta niha li gelek festîval û rikeberîyan da xelatan wergirtîye.

Çîroka filmê li ser jîyana penaber û awareyên Kurd e, li ser “sinorên” din yên
Kurdistanê (al û cendirmê Tirkan, ji dûr ve bi çek û rûyê xwe yê sar ve xuya dike).
Pehlewanên filmê di konan da, li kampa penaberan da dijîn. Çîrok bêhtir lo dora
revdeyek zarokan digere, ku mayinan ji bin axê derdixin û diben û difroþin.
Eva tena serê xwe mirov dikare jê ra bêje GROTESK (li derveyê hemû pîvanên
mirovî) !...

Zarokên bê agah û nezan di warê mayinan da, diçin û bi destên xwe mayinan ji erdê
derdixin, da bifroþin û çend “filisan” (quruþên Iraqî) qazanc biken. Eva, dema mirov
filmê dibîne, wek ekstremîtetek (zêderewî) tê ber çav, lê di demek kurt da mirov
dikeve nav cîhan û jîyana wan û wê jîyanê wek jîyanek asayî (normal) dipejirîne. Ji
ber ku di nav hemû ekstremîtetan da, mirov tovên berdewamîya jîyan û çirîskên
hêvîyê dibîne.

    Ji xwe gel û netewa Kurd herdem di nav ekstremîtetan
    da jîyaye û karîye nêrgiz û sosin û beybîn û berbizêkan
    di nav befr û baran, li bin bager û bahozê û li ber
    koreba û reþebayê xwedî bike, di bin barana napalm û
    gazê Sarîn da jîyan ava bike û di nav þer û birîn û
    kuþtin û talanê da tovên hêvîyê bireþîne. Ji bo Kûselên
    Qubadî jî wesa ye. Li jêr metirsîya (tehdîd/tehlûke) top-
    û gule- û berik- û kîmyabaranê da jîyanek ava diken û
    gelek rewþên pêkenînê jî di nav melûlîyê da serê xwe
wek berbizêkên befrê derdixin û mirov nikare ku – bi dengê bilind - nekene! Lê
çendîn car jî mirov bi xwe nikare ku bi giryan nekeve!

Lê birînên nêmgirtîyên Kurdan jî, car carê serê xwe ji bin perdê ve derdixin û xwe
nîþan bîneran diden. Ji xwe hunera Qubadî jî, di wan deran da derdikeve. Ewî karîye
li gel îronîyek (satîr/hicwe/hiciv) kûr da, melûlîyek wek Agirîn, ku keçika bextreþe ji
Helebce û wek Helebce bûye Qurbana hemû awayên zulm û zordarîya rejîma BAAS
û dewleta Îraqê, di nav hev da bihûne. Ji xwe ji wê rojê ve, dema gotina “melûlî”
derbaz dibe, yekser dev û rû yê Agirîn dihên pêþ çavên min!

Bi kurtî Behmenê Qubadî bi vê filmê navê xwe, hunera xwe û herwesa film û
sînemaya Kurdî jî xiste nav ber û berhemên cîhanî da.

Kûsîyên Behmen heta niha li gelek welatên cîhanê firîyane û ewê ku ez dizanim
nêzikê 27 xelatên cida cidayên navnetewî bidest xistîye û bi ser da jî ji alîyê Îran ve ji
bo Oscar a navnetewî ya Amerîkî hatîye pêþnîyarkirin.

Tê bîhîstin, ku Behmen bi piþtgirîya Berpirsên Desthilata Kurdistanê li Hewlêr, niha
dixwezin li Hewlêr a paytexta Kurdistanê, firma/þirketek sînemayî ava biken û bi vê
awayê jî destpêka avakirina hîma dezgeheka sînemayî li Kurdistanê bête rijandin.
Eva cihê hêvî û þanazîyek mezine j bo me û cîhana sînemayî û em hêvîdarin di
demek nêzikda Hewlêr-wood jî li cîhanê deng vede.

* Ev nivîs demek berê hatibû nivîsandin, li ji ber hindek sedeman heta niha mabû. Ji
ber ku babet heta niha jî û piþtê niha jî di rojeva Kurdan da ye û divê jî di rojevê da
bibe, ez dîsa jî weþandina wî bi pêwîst dibînim.

01.10.2005

*(kûsî/kîsel)

çavkani: rizgari.com