Hevpeyvîn bi Şaxewan Îdrîs re / Seyîdxan Kurij

KurdishCinema.com / Avrél 14,  2006

Seyidxan Kûrij*

Dîrektorê beşa karên sînemayê yê Wezareta
çandî ya Hikumeta Kurdîstanê derhenêr
Şaxewan Îdrîs, divê em sînemayekê
Kurdîstanî pêk bînîn

Seyidxan Kûrij: Tu dikari ji bo xwendewanên
me xwe bidî nasandin?

Şaxewan Îdrîs: Ez direktorê beşa karên
sînema yê Wezareta çandî ya Hikumeta Kurdîstanê me.

Karû barên beşa karên sînemayê yê Wezareta çandî ya Hikumeta Kurdîstanê çî
ye? Û heta niha çi kiriye?

Wazîfeya daîreya me li Kurdîstanê pêşvebirina bizav û çalakiyên sînemayê ye.

Ew kar û bar bi du awayî tên kirin. Ya yekem di nav gel da belav kirina rewşenbiriya
sînemayê ye. Ew di kovar û rojnameyan de bi belavkirina nivisarên li ser sînemayê û
bi hevdîtinan di radyo û televîzyonan de pêk tê.

Ya duwem, wergirtina butçeyê ji bo fîlmên sînemayê yên 35 mm û fîlmên vîdeoyî yên
HDV û DV- Cam in. Beşa me heta niha çendîn projeyên fîlmên sînemayê sazkirine.
Berîya salekê festîvala ala zêrîn ya kurte fîlman hat çêkirin. 45 kurte fîlm beşdarî vê
festîvalê bûn.

Dîsa li Zaxoyê festîvala klîpan hat sazkirin û ji Kurdistanê derveyî Kurdistanê gelek
klîpsazên Kurd bi klîpên xwe beşdarî vê festîvalê bûn. Me niha li Hewlerê festîvaleke
navdewletî ya kurte fîlman amade kiriye. Ji Kurdistanê 25 kurte fîlm û ji derveyî welat
jî çend kurtefîlm ji bo beşdarbûna festîvalê hatine dawetkirin.

Wezareta çandî ya hikumeta Kurdistanê heta niha qet alîkariya fîlmên dirêj yên
sînemayê kirîye?
















Belê beşa me alîkariya fîlmên sînemayê kiriye. Ji wana yek fîlma Gulya şîn ya
derhênerê kurd ji rojavayê Kurdîstanê Mensur Tural e. Her ûsa fîlma „Narîn“ ya
derhêner Şewket Emîn e. Dîsa alîkarîya du fîlmên derhêner Mehdî Umêd yên bi
navê „Rawe Cinûke“ û "Espe“ hatine kirin.

Niha projeyên du fîlmên din hene. Ji wana yek projeya derhêner Zehawî Sincawî, ya
din projeya Îbrahîm Seîdî ye.

Li Kurdistanê rewşa salonên sînemayê çawa ye?

Pir xirab e. Berê niha li Hewlerê çar salonên sînemayê hebûn. Lê yek ji wan hatiye
xirabe kirin, yek hatîye daxistin. Tenê du salon hene. Ew herdû salona da ji fîlmên
DVD yên zarokan tên nîşandan. Xelk naçe sînema, ew li malên xwe ji DVD an ji
qanalên televîzyonan yên satelîtê fîlman temaşe dikin.

Belê, gava li welatekî salonên sînemayê tûnebin, li wî welatî çawa sînema pêşve
biçe?

Wekî min got, berîya serhildanê li Kurdîstanê sînema hebû. Lê piştî serhildanê
hikumeta BAAS-ê rê neda kû fîlmên sînemayê werin Kurdîstanê. Hikumetên
derûdorê jî derî li ser me girtin, ango rê li me girtin. Ji ber ku fîlm nehatin Kurdistanê,
xelk ji sînemayê dûrketin. Lewra niha li cem xelkê Kurdistanê rewşenbirîya
sînemayê kêm e û pêwîste kar jê ra bê kirin.

Derhênerê Kurd Behmenê Qobadî di hevpeyvîneke xwe da anîye ziman ku eger
ûsa biçe sînemaya kurd dimire. Ji ber ku li Kurdistanê bazara fîlman nîne, fîlmên
kurdistanî ji alîyê gel ve nayên temaşe kirin: Gava fîlm neyên belav kirin, neyên
temaşe kirin, ji bo çi fîlm werin kişandin?

Li ser axaftina kek Qobadî dikarim vêya bejim, me sînema Kurdî nîne, gava sînema
kurdî tune be, ew ê çawa bimire. Pewîst e em berê sînemaya kurdî pêk bînîn. Divê
em car- caran be dewamî fîlmên sînema bikşînîn û bazarek hebe ew fîlm tê da
werin firotin û werin nîşandan.

Heta niha me tenê fîlm hene, me sînema nîne. Cimkî me produksîyon nîne. Divê
me sektora sînema hebe, berdewamî fîlm werin çêkirin û li hemû bajarên
Kurdîstanê sînema hebîn, da ku ew fîlm ji alîyê temashevanên sînemayê ve werin
temaşe kirin. Divê ew fîlm kurdistanî bin, ne ji bo yek bajar , an ji deverekê werin
çêkirin. Wekû min got divê em sînemayeke netewî pêk bînîn. Divê fîlmên me ji alîyê
senaryoyê, derhêner, lîstikvan û temamî produksîyon netewî be.

Kompanyayên Kurdistanê hene kû fîlman saz bikin?

















Na, kompanyayên ûsa heta niha nînin.

Ji bo pêşxistina sînemayê ango pêkanîna sînemayeke Kurdistanî Wezareta we an ji
hikumeta Kurdistan çi dike?

Ta radeyekê hikumeta herema Kurdistanê erkeka baş encam daye. Heta niha pir
caran hikumetê pere dida derhênerekî û ji wî daxwaz dikir ku li ser Kurdan fîlmekê
çêkê. Armanca wan projeyan ew bû kû dengê Kurdan bigîhînîn cîhanê.

Mixabin hikumetê pir caran pirsîyar ji derhêner nedikir, ka çi li fîlm û pereyî dihat.
Ango ji wan projeyan tiştek dernediket. Ji ber vê yekê ew pêngavên hikumetê hinekî
şaş bûn. Çimkî karmendên hikumetê bi mêjîyekî bazirganî hizir nedikirin. Bi
bawerîya min niha ew tişt nemaye. Niha hikumet hizir dike ku bi mêjîyekê bazirganî
kar bike, dakû berdewamî hebe.

Hûn pêşeroja sînemaya Kurdî çawa dibînîn?

Bi bawerîya min ne tenê di beşa sînemayê da, di beşên din yên hûnêr û çandî de
pirsgirekên me pirr in. Ji ber kû em bi nêrîneke dûr ji tiştan nanêrin. Wek mînak,
gava hunermend, niviskar û rewşenbirên me karekî dikin, ewî karî ji bo deverkê an jî
ji bo çend hezar kesan dikin. Ew hizir nakin ku Kurdistan ji vê yekê mezintir e. Gava
ku hunermend, niviskar û rewşenbirên me gihiştin vê astê ku divê ew ji bo
Kurdistan û Kurdistanîyan kar bikin, wê demê hûnera sînema ji, hûnerên din ji
pêşva biçin.

Ji bo senaryowan û derhenêrên Kurd di civata Kurdistanê de têra xwe malzeme
heye? Civata Kurdistan ji alîyê malzemêya çawaye?

Ji bo hûnermendan di civata Kurdistan de têra xwe malzeme heye, lê em nikarin vê
malzemeyê kar bînîn.

Niviskarîya sînema û rexnegirîya sînemayê çawa ye? Wekû tê zanin sînema bi
senaryowan, derhêner, lîstîkvan û rexnegiran ve hevra sektorekê. Gava rexnegirî
runenişe, sînema nikare pêşva biçe.

Mixabin niviskarîya sînema û rexnegirî kêm û lawaz e. Me rewşenbirîya sînemayê
nîne. Xelk nizane ji ber çi em fîlman çêdikin, nizanin em dixwazin di fîlmên xwe da çi
bibêjin. Xelk pêwîstîya sînemayê fehm nekirîye. Xelkê me yê mandî ye, westîyaye, ji
şeran derketîye, şerên hikumeta Iraqê, şêrên navxweyî. Tenê çend meh e me
hikumete yekbuyî heye. Gelek pirsgirêkên civata me hene.

Heta niha fîlmên ku hatine çêkirin, piranîya wan li ser dîroka Kurdistanê ne, detanên
gelerî hatine kişandin, an ji trajedîya kurdan hatine nîşandan. Edî dem nehatiye ku
em jî fîlmên modern bikşînîn. Ango pirsgirêkên rojane yên însanan, pirsgirêkên
şexsî yên mirovî, psikoljîk, evîndariyê bikşinîn li ser perdeya sipî?

Li gor dîtina min sînemayê de babetê zêdetir, karanîna (hûnandina) babetê girîng e.
Em ji alîyê hûnerî ve babeta xwe çawa dihunîn, zimanekê çawa kartînîn, metodên
sînema yên çawa kar tînîn, ew girîng in. Her ûsa girîng ewe ku emê peyamên hêja
bidin temaşevanan û temaşevan me fêm bikin.

Spas dikim ji bo vê hevpeyvînê û kar û barên we da serkeftin dixwazim.

Spas xweş.

*çavkani: www.rızgarı.com   - 2007-03-24