KurdishCinema

Hukumeta ceneralen Tirk li Festivala filmen Emirata ereb bi ser ket!

Filmê „Davîdê Tolhildan“ li Festîvala Filman li Emîrata Erebî, cend seatan berî sanî
danê hate rawestandin.

Beyan name!

    Wek ku tê zanîn ev roj, duşem,
    12.3.2007 seat 22 ê êvarî diva ku filmê
    Mano Khalil ku bi navê „Davîdê Tolhildan
    “,  ku bi rengekî fermî başdirî  festîvala
    filmên Emîrat a erebî bubu, hatiba
    weşandin.

    Lê îro sibehê dîrektorê festivalê Berêz
    Masoud Imrali Al Ali nuçak ji wezareta
    derve a Emîrata erebî girt, ku têde hatiye
    nivîsandin ku Filmê „Davîdê Tolhîdan“
dive NE ye şanidan, ji ber ku HukumetaTurkî bi rengekî fermi ji hukumeta Emîrat
daxwaz kiriye ku film neyê şanî dan.
Ji bo ev mesele nebe kriîzak mezin, de navbera Emîrat û Tirkî de, qerar hate danîn ku
Film işev neye şanid dan.

Tê zanîn ku îşev êvarî bi dehan kurd u ji mileten din haziriya xwe kiribun ku film
temaşe bikin.

Her ku ez weke dehinêrê film, halê hukumeta emiratê fehm dikim, lê ev daxwaziya
qedexekirina pêşkêşkirina şanidana film ji aliye hukumeta Tirk ve şanî dide, ku Tirk û
faşiya Tirka tucari fikra azad, huner, dîalog û nerîna cuda tehmul nake û ne jî qebul
dike.

Ev tê xwiyanî kirin, her kare tirka ye tene buye dengê hunermendên kurd û miletê kurd
jî bifetisîne.

Weke ku te zanin filme »Davide Tolhildan« ji aliye Televizîona Swîsrî û wezareta
rewşenbîrî a Swîsrî hatiye finans kirin, û li Swîsra û Europa li gelek cihan hete û her
tê şanî dan u eleqedarek mezin dibine.















Mixabin em bi dilekê xemgînî dibêjin ku li festîvala filman a Emîrata erebî, Tirkî û
faşiya tirkan bi serket !!!

Lê bera Tirkiya xweş zanibe, ev ji mere dibe qewet ku em her û her bi reka sivil u
sivilizasion wehseta we sani bidin. U bere xwes bizanibin ku Kurdistan we azad bibe
eger Tirk herin Ezmanan jî.

Ev dem dema Ezadiya fikir û ramanê ye, ne azadiya Faşîzm û diktatorizme ye !!!

Erê film nehate şanî dan, le bi sedan heval u dosten milete kurd solidaritiya xwe u
pistgiriya xwe bi film u bi regisor re danin.

Mano Khalil
Derhinêrê Filmê Davîdê Tolhîldan“
Abu Dhabi, seat 22.00 Roja 12.3.2007


KurdishCInema.com